Mêran li 3 bajaran 3 jin qetil kirin

Li Enqere, Agirî û Ispartayê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

ENQERE

Li Taxa Mûstafa Kemal a Sîncana Enqereyê Veysel Tetîk (51) bi çekê êrîşî jina xwe Selma Tetîkê kir. Selma Tetîk jiyana xwe ji dest da, kujer Veysel Tetîk jî hate girtin.

AGIRÎ

Li gundê Qerexalta Jêrê ya Dûtaxa Agiriyê Pakîze Oztaş (23) ya dayika 2 zarokan piştî nîqaşa bi mêrê xwe jiyana xwe dest da.

Bavê Pakîze Oztaş, Mehmet Başboga diyar kir ku keça wî bi mehan şîddet lê dihate kirin û mêrê wê zext lê dikir. Başboga diyar kir ku mirina keça wî bi guman e û ew bawer nake ku keça wî xwe kuştiye.

ISPARTA

Li İspartayê mêrê bi navê R.A.  bi kêran dêya xwe Seher A. û bavê xwe Nîzamettîn A. qetil kir. Ekîbên tendirustiyê Cenazeyê her du kesan rakirin morgê.