Medya Îsraîlê: Tirkiyeyê careke din îxracat erê kir

Malpera nûçeçyan a Îsraîlî Globes ragihand ku Tirkiyeyê îxracata bi hinceta Şerê Xezeyê ji bo Îsraîlê rawestandibû, careke din erê kir.

Li gorî malperê, Wezareta Karên Derve û Wezareta Aboriyê ya Îsraîlê, ji bo dawî li girêdana Îsraîlê ya bi îxracata Tirkiyeyê bîne, rojên dawî karekî berfireh dikin. Malperê her wiha diyar kir ku Wezareta Bazirganiyê ya Tirk jî nameyek ji febrîqeyên li sektora înşaetê ya herêmî re şand û agahî da wan.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyên aboriyê Globesê, Enqereyê ji bo jinûve destpêkirina tedarikkirina malzemeyên înşaetê yên ji bo Îsraîlê bi demkî destûr da.

Di nûçeyê de agahiyên li ser mijarê spart rayedarên Îsraîlî û Tirk û hate gotin, Wezareta Bazirganiyê ya Tirk nameyên li ser biryarê ji febrîqeyên herêmî re şand ku beriya qedexeya îxracatê bi Îsraîlê re dixebitîn.

Hate ragihandin ku destûr bi rengekî demkî ye û tenê ji wan febrîqeyan re hatiye dayin ku berê bi Îsraîlê re dixebitîn.

Li gorî nûçeyê biryar piştî civîna 8'ê Gulanê ya navbera rayedarên payebilind ên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê û rayedarên payebilind ên Odeya Bazirganiyê ya Tirkiyeyê-Îsraîlê ya li Enqereyê hate lidarxistin, hate dayin.

Globesê her wiha bêyî ku çavkaniyê nîşan bide, ragihand ku Wezareta Karên Derve û Wezareta Aboriyê ji bo girêdana xwe ya demdirêj a Îsraîlê ya bi bazirganiya Tirk qut bike dixebitin û hewl didin têkiliyên xwe yên bi Yewnan û Qibrisê re xurt bikin.