Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan, ku li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ye, kongreya xwe ya 1. pêk anî.
Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan, ku li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ye, kongreya xwe ya 1. pêk anî.
Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê, sînevîzyonek li ser karê salekê hat nîşandan. Piştre rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin û rapora karê salekê ya meclîsê hat pêşkêşkirin.
Di kongreyê de hat destnîşankirin, ku ji bo jinên li Mannheîm û derdora wê hê bi rêxistin bin, lazim e meclîs bi roleke xurtir rabe.
Wekî din hat ragihandin, ji bo jin ên ciwan ên li Ewropayê di nava sîstema kapîtalîst de ji çand û zimanê xwe dûr nekevin, xebatên çandî bi berfirehî werin meşandin.
Ji bo serdema nû Bînaz Açar, Tulay Denîz û Gulten Ûgûrlû weke hevberdevkên meclîsê hatin hilbijartin.
Herî dawî, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga dayîna dengê NA hat kirin.