Meclîsa Jinê ya Nûrcan a Leverkûsenê kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Jinê ya Nûrcan a Leverkûsenê kongreya xwe ya 3’yan li dar xist.

Meclîsa Jin a Nûrcan ku li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê xebatan dike, kongreya xwe 3’an pêk anî. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Jinê civînê dest pê kir.

Di civînê de li ser êrîşa çeteyên bi desteka Tirkiyê û PDK’ê, tiştên ku di referandûmê de ji bo ‘na’yê werin kirin û tundiya li ser jinê axaftin hatin kirin.

Her wiha hate gotin ku bi têkoşîna rêxistinî jin dikare heq ji tundiyê derbikeve; ya ku wê jinê rizgar bike, pêşî li kuştina jinan derbikeve, bîrewerbûna jinê ye.

Di kongreyê de li ser xebatên qada jinê ya têkildarî Ewropa hate axaftin. Piştre 3 hevserok hatin diyarkirin û ji 33 kesan meclîsa nû ava bû.

Her wiha Heyva Sor a Kurdistanê ji bo xebatên Meclîsa Jin a Nûrcan plakêt da.