Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Melek Îpek mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî

Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir ku Melek Îpek mafê xwe yê xweparastinê bi kar aniye û divê tavilê bê berdan.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Melek Îpek a ku li dijî Ramazan Îpek ê ku timî li wê û zarokên wê dida, xwe parast lê hate girtin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, rewşa Melek Îpek hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Melek Îpek mecbûr ma ku xwe û zarokên xwe biparêze. Ji ber vê yekê girtin. Li vî welatî, her roj herî kêm 5 jin ji aliyê zilam ve tên qetilkirin. Bi sedan jin mîna Melekê rastî tundiyê tên hene. Tenê sala 2020’an 300 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin û 171 jin bi awayekê guman mirî hatin dîtin."

BIRYARA DARAZA ZILAM

Di dewama daxuyaniyê de wiha ev peyam hat dayîn: "Polîtîkayên ne cezakirinê dewam dikin. Ligel ku bersûcê sereke yê Aleyna Çakir Umîtcan Ûygûn dihat zanîn jî, daraza zilam Ûygûn bi hinceta 'tiryak bikar aniye' girt. Polîtîkayên ne cezakirinê yên daraza zilam, ne ji bo Melekên mafê xwe diparêzin, ji bo qatilên jinan tên bicihanîn. Lê em baş zanin ku daraza zilam tenê bi serê xwe van biryaran nagire. Bi tifaqa AKP û MHP'ê polîtîkayên xwe yên dijminantiya jinê bi rêve dibin."
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo Melek Îpek banga hestiyariyê kir û wiha got: "Melek Îpek a mafê xweparastinê bi kar divê tavilê bê berdan. Em bang li jinan hemûyan dikin ku, ji bo Melek Îpek û jinên dibin hedefa tundiyê, ji bo edaleta rast têbikoşin."