Meclîsa Jinan a HDP'ê rapora hejariyê par ve kir

Meclîsa Jinan a HDP'ê rapora hejariyê ku piştî serdana 18 bajaran hatî hazirkirin aşkere kir. Berdeva Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran xwest ku dawî li wekneheviyê were.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora ku bi çarçoweya kampanyaya ''Ji Hejarbûna Jinan re Na'' hatî hazirkirin bi raya giştî re par ve kir.

Ji bo raporê li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Endamên Komîsyona Jinan a HDP'ê û wekîlên HDP'ê jî hazir bûn.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran kampanaya 'Ji Hejarbûna Jinê re Na, Ji bo Jinan Dad' ku 5'ê Nîsana 2021'an hatibû destpêkirin bi bîr xist, diyar kir bi çarçoweya kampanyaya serdana 18 bajaran kirine, bername, çalakî kirine û got, ''Ji van hevdîtinan armanca me ew bû ku hejariya ku li jinan tê ferzkirin, kedxwariyê ji wan guhdarî bikin û gotina wan li her deverê bidin bihîstin. Bi kedkarên demsalî yên jin, jinên kedkarên tekstîlê, ên ku li ser karên parçe dişuxlin û pê dabara xwe dikin, bi jinên koçer re em hatin cem hev. Li bajaran em û plaftformên jinan hatin cem hev.''

Başaran diyar kir jinên ku rojê 12-14 saetan li ser erdan dixebitin herî zêde 60-110 lîreyî distînin, piraniya jinan nizanin ku heq desta wan jî çiye, nikarin xwe bigihînin mafê tendirstiyê û lêzimiyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin.

Başaran got, ''Di van hevdîtinan de me dît ku ti polîtîkaya hikûmetê ya ji bo başkirina şertên jiyanê ya karkarên çandiniyê û ji bo keda wan neyê xwarin, nîne.''

Başaran bi berdewamî diyar kir weke her qada kar a sektora taybet li atolyeyên tekstîlê jî jin weke hêza kar a erzan têne dîtin, patron her cure mobbîn û kedxwariyê li ser jinan dikin.

Başaran xwestekên Meclîsa Jinan a HDP'ê wiha par ve kir:

*Divê jin karibin bibin xwedî karekên mîsoger û werin îstîhdamkirin, ji bo karê wekhev heqdesta wekhev bistînin, li deverên ku lê dixebitin dawî li mobbîng, tacîz û tundiyê were.

*Divê şertên jiyan û kar a jinan were başkirn.

*Dixwaza daxwaza konteynerê ya jinên karkarên çandiniyê yên demsalî were bicihanîn.

*Jinên ku li malê dixebitin divê statûya wan a karkerbûnê were naskirin. Peymana Xebatê ya Navnetewî ya bi hijmara 177'an a Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ji hêla Tirkiyê ve were îmzekirin.

*Muzîsyenên jin li deverên ku lê dixebitin ji bo ku keda wan neyê xwarin divê bihayek were were diyarkirin û mîsogerkirin.

*Ji bo ku jinên Sûryan bikaribin hilberandinên xwe bifiroşin divê bazar werin çêkirin.

*Jinên koçer li erdên biber ji bo ku bi rehetî bi cih bibin û hilberînin divê qedexeya li ser zonanan were rakirin.

*Derheqê jinên Roman divê dawî li polîtîkayên vederkirina sosyal û biyanîkirinê were.

*Komîsyona Meclîsê ya ji bo mirovên astengdar hatî avakirin were aktîfkirin.