Meclîsa Jinan a HDK'ê kesên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî

Meclîsa Jinan a HDK'ê komkujiya Parîsê bi bîr anî û got, "Ev êrîş nîşaneya herî zelal a dijminatiya Kurd û jinan e."

Meclîsa Jinan a HDK'ê li ser komkujiyên Parîsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Di daxuyaniyê de hat gotin, "3 siyasetmedarên jin ên Kurd di 9'ê Çileya 2013'an de di encama komployeke plankirî ya navneteweyî de li Fransayê di dema muzakereyên çareseriyê yên em jê re pêvajoya aştiyê dibêjin de hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez û Fidan Dogan pêşengên jin ên Kurd ku jiyana xwe ji bo têkoşîna jinên Kurd feda kirine. Em di 10'emîn salvegera qetilkirina wan de li Parîsê Sakîne, Leyla û Fîdanê ku sembola têkoşîna jinan a azadî, wekhevî û aştiyê ne bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Em berdêlên giran ên ji bo eşkerekirina komploya navneteweyî ya 9’ê Çile û hêzên siyasî yên li pişt wê didin.

Bi rojan beriya 10’emîn salvegera Komkujiya 9'ê Çile li Parîsê komkujiyeke nû pêk hat. Abdurrahman Kizil, hunermend Mîr Perwer û Emîne Kara ku 30 salê xwe fedayê têkoşîna azadiya gelê Kurd kiriye, di 23’ê Kanûnê de di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatibûn qetilkirin. Emîne Kara şoreşgera ku li dijî barbariya DAÎŞ'ê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinên Kurd dirûşma Jin Jiyan Azadî bi cih anî û piştre li Parîsê têkoşîna xwe didomîne, bi taybetî hedef tê girtin.

Ev komkujiyên li Parîsê hatin kirin, berhema şîdeta dewletê ya mêr a hişmend a li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Me têkoşîna jinan a ji bo azadî, wekhevî û aştiyê dît ku herî dawî li Îranê di protestoyên civakî yên li dijî dîktatoriyê de pêşengiyê ji hemû beşên civakê re dike.

Qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 4’ê Çileya 2015’an de û qetilkirina Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê encama polîtîkayê tirs ji têkoşîna jinan e. Sîstema bi serdestiya mêr û dewletên mêr di rewşeke ewçend tirsê de ne ku bi qetilkirina 17 siyasetmedarên jin ên Kurd re di nava 10 salan de hewl didin me ji têkoşîna me ya azadiyê veqetînin û her roj rê li ber kuştina herî kêm jinek ji aliyê failên mêr ve vedikin.

Îro di vê pêvajoya ku roj bi roj zext û zordariya mêran a faşîst a li ser jinê zêde dibe de, mêtingerî weke polîtîkayeke plankirî ya dewletê tê meşandin û polîtîkayên şer ên bi dirûşma şerê li hundir û derve hewl tê dayîn di her qadê de bên meşandin. Em jin careke din hemû jinên ku me di komkujiyên dewletê yên zilaman de winda kirine bi bîr tînin. Em dest ji têkoşîna jinan a azadiyê û ji bîranînên jinên hatine qetilkirin bernadin.

Wek Meclîsên Jinan ên HDK; Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarên bîranîn û têkoşîna Emîne Kara, Leyla, Fîdan û Sakîneyan bin û weke jin em daxwaza jiyan û aştiyê qîr dikin."