Meclisa Jinan a Dortmundê kongreya xwe pêk anî
Meclisa Jinan a Dortmundê kongreya xwe pêk anî
Meclisa Jinan a Dortmundê kongreya xwe pêk anî
Meclisa Jinan a Ş. Rozerîn li bajarê Dortmund a Almanyayê faliyetan dimeşîne 7’emîn kongreya xwe pêk anî. Kongreya k udi 4’ê gulanê de pêk hat li Komeleya Elewiyan a Dortmundê pêk hat.
Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyle Şaylemez û hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de deqeyek rêz hat girtin.
Piştî hilbijartina dîwanê rewşa siyasî hat nirxandin, faliyetên salekê hatin nirxandin, plansaziya û rêveberî hat hilbijartin.
Di nîqaşên pêvajoya çareseriyê de hate diyarkirin ku divê jin di vê pêvajoyê de rola we ya pêşeng bilîzin û ji her demê zêdetir xwe bi hêz bikin. her wiha hate destnîşankirin ku di esasa zihniyet, îdeolojî û têkoşîna demokratîk de divê xwedî li pêvajoyê bê derketin ji têkoşînê tawîz neyê dayîn.
Ligel vê xebatên salekê yên Meclisa Jinan Ş. Rozerîn hatin nirixandin û endamên meclisê xebatên xwe bi awayekî xwerexnedayînî nirxandin û diyar kirin ku ev xebat ji bo pêşveçûna pêvajoyê nebûye bersiv. Her wiha hat diyar kirin ku ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe divê pratîkek rêxistinkirî bê nîşandan.
Ji bo berdevkiya Meclisê jî Yildiz Serhat û Sanem Sariz hat hilbijartin.