Meclisa Jinan a Bêrtîna 2’emîn kongreya xwe pêk anî

Meclisa Jinan a Bêrtîna 2’emîn kongreya xwe pêk anî

Meclisa Jinan a Bêrîtan ya li Zurîh a Swîsreyê faliyetan dimeşîne duyemîn kongerya xwe pêkanîn.

Kongeya ku li Komeleya Çanda Kurd a Zurîhê pêk hat 110 delege tevlîbûn û gelek temaşevan jî beşdar bûn.  Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û hemû şehîdan deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî hilbijartina dîwarê rewşa siyasî hat nirxandin û rojeva kongreyê ya ji 6 xalan pêk dihat dan destpêkirin.

Nûnereke Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê rewşa siyasî nirxand û balkişand ser têkoşîna 40 salî û got, divê jin pêşengiya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bike û wiha got: “ji her demê zêdetir divê em tevlî bibin û rêxistina xwe mezin bikin. Em li ku derê dibin bila bibin, em dê ji rêxistibûna xwe tawîzê nedin. “

Dîcle Derya jî ku di dîwanê de cih digirt xebatên meclisa Jinan a Bêrîtan nirxand. Derya got, meclisa jina bi serkeftineke mezin dest bi faliyetên xwe kiriye û di salekê de gelek geşedan derxistiye holê. jinan hêz û îradeya xwe bi meclisê re derxistiye holê.  di vê pêvajoyê de peywirê girîng dikeve ser milê jinan. “

Piştî axaftinan rapora salane hat xwendin û  piştre pêşkêşî delegeyan kirin. Rapor piştî rexne û pêşniyaran hate dengdan û hat qebûlkirin.  Piştre bi hilbijartinê 76 kes hat hilbijartin. Ji bo berdevkiya meclisê Nesrîn Yazar, Makbule Demîr û Xanim Gozubyuk hat hilbijartin.

Li aliyê din ji bo Azadiya Ocalan di çarçoveya kampnayayê de ji aliyê meclisê ve 9 hezar îmze hat berhevkirin.