Meclisa Jinan a BDP’ê encama civîna xwe aşkera kir

Meclisa Jinan a BDP’ê encama civîna xwe aşkera kir

Encama civîna ku di Parlamenter, şaredar û hevserokên BDP’ê tevlî bûn a di navbera 23-27’ê Adarê de pêk hat, ji rayagiştî re hat aşkerakirin. Di civînê de peyama “Em ê rola xwe ya ji bo aşitiyê bileyizin” hate dayin.

Jinên BDP’ê di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew wekê bersiva Peyama ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de daye, ji bo ku çareseriya pirsgirêka kurd bi riya siyaseta demokratîk û têkoşîna demokratîk bê çareserkirin dê rol û mîsyona xwe bînin cih.

Jinan diyar kir ku dê her demê bi hêztir têkoşîna îdeaolojî bimeşînin û tevli pêvajoya siyaseta demokratîk bibin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li gorî karekterê siyaseta demokratîk divê mirov xwedî helwest bin. Bê guman em jin vê pêvajoyê hesas dibînin û dişopînin. Lê  em dê li dijî feseseda ku bi salane hewl didin têkoşîna me vala derxînin, xwedî helwest bin.  Li ser esasê em bi tecrubeya têkoşîna xwe û daxwazên xwe yên demokratîk em dê bi siyaseta demokratîk xwe rêxistin bikin û qadên xwe yên azadiyê biafirînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew em Meclisa Jinan a BDP’ê dê civînên xwe yên nirxandina pêvajoyê, plansazî û rêxistibûnê li bajarî  pêk bînin û wiha gotin: “Di dema pêş de em  li dijî zihniyeta serdest ya mêr dê paşve gavê navêjin û em dê qezecnê nku heta îro me bi dest xistiye em dê biparêzin û bi hemû  hewldanan em dê rêxistibûna xwe ya xweser bi hêz bikin.“

Di berdewamiya daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: Bi vê perspektîf em dê coş û keda xwe di 28’ê Nîsanê de li Enqereyê bi girseyeke mezin bi şîara ‘JINA BI RÊXISTIN, RIZGARIYA DEMOKRATÎK, JIYANA AZAD’ duyemîn Kongreya xwe ya Asayî ya Meclisa Jina a BDP’ê pêk bînin.

Bi banga DOKH’ê di navbera 31’ê gulan-1-2’ê hezîranê de em dê Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li darbixin û em dê hêz û keda xwe ji jinên ji welatên Rojhilata Navîn tên re parve bikin.

Hewldana Aştiyê ya Ji bo Jinê di pêvajoya çareseriya demokratîk de dê gotin, daxwaz û hêza çareseriya jinê tevli bibe, em dê piştigriyê bidinê.

Em ji bo ku jinên kurd û tirk pêvajoya aştiyê nîqaş bikin, bi hev re bibin hêz û pêvajoyê pêşve bibe em dê bên cem hev û nîqaşan bikin.”