Meclîsa Ciwanan a HDK’ê banga têkoşîna yekbûyî kir

Di Konferansa Ciwanan a HDK’ê ya li Stenbolê hate lidarxistin de îşaret bi girîngiya têkoşîna yekbûyî û rola ciwanan a di avakirina civaka demokratîk de hate kirin.

Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya ji bo 2 rojan li eywanekî li navçeya Kagithanê ya Stenbolê  li dar xist. Gelek ciwan tevlî roja ewil a konferansê bûn. Konferans bi pêşandana sînevîzyona li ser berxwedana Kobanê destpê kir. Pankarta bi nivîsa “Em di rêxistinbûna cewherî de pêşeroja sosyalîst ava dikin” li eywanê hate daleqandin û gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.

BERXWEDANA JI BO CIVAKA DEMOKRATÎK

Rûniştina ewil a konferansê bi sernavê “Ji Bo Civaka Demokratîk Avakirina Berxwedanê” hate kirin. Di vê rûniştinê de nûnerên ji rêxistinên cuda ên ciwanan axivîn.

Rojhat Demîrdoken (Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger): “Em ji bo çîna karker û zanîngeha demokratîk li ber xwe didinn.”

Yûnûs Emre Ozel (Însîyatîfa Xwendekaran): “Aştî ne tenê bêçekbûn; pêvajoyeke ku tevlîbûna civakî jî di nava xwe de dihewîne ye. Zanîngeha demokratîk rasterast bi têkoşîna demokratîk a welat re girêdayî ye.”

Beyda Ceylan (Ciwanên Azadîxwaz): “Divê serhildana ciwanan were birêxistinkirin.”

Ozge Nîsa Eker (Meclîsa Ciwanan a HDK’ê): “Civaka Demokratîk li dijî Modernîteya Kapîtalîst paradîgmaya ku Rêber Abdullah Ocalan pêş xistiye ye. Ev pergal li Rojava jiyanî bûye, HDK’ê jî rêxistinekî sîwanê ye ku vê derbasî Tirkiyeyê dike. Em dizanin ku heta ku em gel birêxistin nekin wê tu hêman kêr neyê. Ji ber vê yekê HDK’ê rêxistinkirina hemû gelan armanc dike.”

CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ ROLA CIWANAN E

Di rûniştina duyemîn de jî bingehên civakî yên aştiyê, rola ciwanan a di veguherînê de û astên netewî û navneteweyî ya têkoşîna yekbûyî hate nirxandin.

Rêzan Kaganarslan (Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê): “Ciwan tenê bi civakîbûnê dikarin hebûna xwe biparêzin. Aştiya mayînde tenê bi hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare were pêkanîn.”

Yagiz Karayel (Platforma Ked û Edaletê): “Gelên bindest encex bi têkoşîna hevpar dikarin qezenc bikin. Divê em li dijî şerên çandî aştiya civakî ava bikin.”

Ozcan Berber (Fealiyeta Xwendekaran): “Divê em daxwazên aştî û azadiyê di zemîna civakî ya herî berfireh de bi têkoşîna kolektîf birêxistin bikin.”

Piştî axaftinan roja ewil a konferansê bi dawî bû.