Mamoste û xwendekar di heman qawîşê de ne

Mamoste û xwendekar di heman qawîşê de ne

Li Tirkiyeyê, di nava “demokrasiya pêşketî” ya AKP’ê de  dengê sendîkavan, siyasetmedar, rojnamevan, parêzer  û hemû muxalîfan hatine zîndanîkirin. Di vê çarçoveyê de xwendekar û mamosteyên ku daxwaza perwerdeya bê pere kiribûn, di heman qawîşê de ne.

Roja 19’ê sibata 2013, di bin navê DHKP/C de operasyonek pêk at û di encamê de mamosteya endama Egîtîm-Senê Ayşe Tuncer hate girtin. Tuncer û xwendekara zanîngehê ya bi navê Berna Yilmaz ku ji bo serbesberdana xwe têdikoşe, di heman qawîşa Girtîgeha Jina a Bakirkoyê de ne.

“SUCÊ” HEVKARP; PERWERDEYA BÊ PERE XWESTINE

Berna Yilmaz sala 2010, ji ber ku di “Komxebata Romenan” de ku Serokwezîrê Tirk RecepTayip Erdogan beşdar bibû, pankarta “Em Perwerdeya bê Pere Dixwazin, Em ê Bigirin” vekiribû, hate girtin. Ji ber nerazîbûnên raya giştî ya demokratîk Yilmaz pişî 19 mehan serbest hate berdan û roja 22’yê çileya 2013 careke din hate girtin. Piştî wê demekê, 72 kedkarên gelemperiyê tên girtin û Ayşe Tuncer jî yek ji vana bû. “Sucê” hevpar ê Yilmaz û Tuncerê ew e ku perwerdeya bê pere xwestine.

Tuncer da zanîn ku ji ber ku wana nerazîbûn nîşanî saziyên perwerdeyê yên ku AKP’ê wana veguherandiye bazargehê, ji ber wê bûne hedef û binê wê yekê xet kir ku xwepêşandanda Egîtîm-Senê ya ku li Enqereyê li dijî qanûna 4+4+4 li dar xist, sedema herî mezin a zextên li ser sendîkavanan e.
Tuncer da zanîn ku ew weke alîkara rêvebera/ê dibistanê xebitiye, ji ber ku berhevkirina pere redkirin, derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku sedema girtina wan ew e ku daxwaza perwerdeyeke bê pere, zanîstî û demokratîk kirine.

Tuncer da zanîn ku dozgeriyê jî ji wê re gotiye ku ew tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê ya ji bo Berna Yilmazê bûye û got: “Niha em  mamoste û xwendekarên Egîtîm-Senê yên ku ji bo perwerdeya bê pere têdikoşin, di heman qawîşê de ne. Ez bawer im ku dê hevalên me têkoşîna ji bo azadiya Bernayê, dê ji bo me jî biin.”