Malpera KJK’ê dest bi weşaneke nû û xurt dike

Malpera Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) dest bi weşaneke nû û xurtir dike. Malpera nû a KJK’ê bi navnîşana ‘www.kjkonline.net’ bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî dest bi weşanê dike.

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku li Dersimê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyeke fedayî kiribû, dest bi weşangeriyeke nû û xurtir dike. 

Malpera KJK’ê ku sala 2013’an hate damezirandin wê ji niha û şûnde bi dîzayn û naverokek nû û xurtir dest bi weşanê bike.

Malpera nû a KJK’ê bi navnîşana ‘www.kjkonline.net ’ bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî dest bi weşanê dike.

Her wiha ji 6 sernavên weke; ‘Derbarê me, Şoreşa Jinê, Belgeyên KJK’ê, Nûçe, Rêber Abdullah Ocalan û Dîmen-Wêne' li xwe digire.

Li ser malperê di beşa derbarê me de; Modela Rêxistinî, Pergal û Saziyên KJK’ê û Dîroka wê, di beşa Şoreşa Jinê de; rêxistinbûyina tevgera jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Şengal, Bakur, Başûr û Rojhilat, di beşa belgeyên KJK de; Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Jineolojî, Pergala Hevserokatî, Hevpeymana KJK’ê, Xweparastin û Qirkirina Jinan, di beşa Nûçeyan de; Hevpeyvînan û daxuyaniyên KJK’ê, di beşa Rêber Abdullah Ocalan de; Rêbertî û Hevaltî, Kuştina Zilamê Klasîk û Nivîsên Azadiyê’ û herî dawî di beşa Galerî de jî; Dîmen û Wêne li xwe digire.

Komîteya Enformasyona KJK’ê li ser sazûmanî û naveroka nû ya malperê jî ev agahî da: “Bi weşana nû ya malpera me re Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê KJK’ê bingehê rêxistina sîwan û sîstema wê ya konfedaral a heyî bi derdorên berfireh re dayîna nasandin armanca me ya sereke ye. Bi zimanên cuda him dîroka têkoşîna me, him sîstema me, hevpeyman, daxuyanî û hevpeyvînê me weşandin bangkirina hemû jinên cîhanê armanca me ya bingehîne. Bi vê re girêdayî şoreşa jinê di qadên cuda ên Kurdistanê de çawa deng ve dide de agahî, dîsa girêdayî tevgera me ya jinê di malperê de naveroka têgeh û bîrdoziyê tê dîtin. Heman demê di malpera me de belgeyên ku Rêber Apo têkoşîna azadiya jinê cihê wan diyarkirî li xwe digre. Bi taybet projeya kuştina zilamê klasîk bi zimanên cuda digihînin jinan.”

Komîteya Enformasyona KJK’ê da diyarkirin ku, naveroka malperê di demên pêşde her ku biçe wê dewlementir bibe û wiha li ser zêdekir; “Di destpêkê de bi 4 zimanan dest bi weşangeriyê bike lê belê, armanca me ew e ku di pêvajoyên li pêşiya me de em ê di malperê de hejmara zimanan zêde bikin.”