Macron dixwaze mafê kurtajê di Destûra Bingehîn de mîsoger bike
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Yekşemê di daxuyaniya xwe ya hesaba medya dijîtal de ragihand ku ew dixwaze mafê kurtajê di Destûra Bingehîn de mîsoger bike.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Yekşemê di daxuyaniya xwe ya hesaba medya dijîtal de ragihand ku ew dixwaze mafê kurtajê di Destûra Bingehîn de mîsoger bike.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ragihand ku ew ê mafê kurtajê di Destûra Bingehîn de mîsoger bikin û wê vê hefteyê pêşnûmeyek destûra bingehîn ji daniştayê re bişînin.
Macron got, “Wê heta dawiya salê pêşkekî Lijneya Wezîran were kirin. Bi vî rengî di sala 2024’an de mafê kurtajê ya jinan wê bêveger be.
Emmanûel Macron ji bo bersiva fikarên ku beriya salek û nîv ji ber betalkirina biryara misogerkirina mafê kurtajê li seranserê DYE’ê derketibû, di 8’ê Adarê de ji bo kurtajê teahûd dabû.
Eger kurtaj ku di rewşa heyî de bi qanûnê hatiye naskirin, di Destûra Bingehîn de cih bigire, wê hewldanên qanûnderan ji bo rakirina vê mafê an jî qelskirina vê zehmet be.
Di Mijdara 2022’an de seroka koma parlementoya partiya çep LFI Mathilde Panot li Meclîsê di xwendina yekem de pêşnûmeya destûra bingehîn ya ji bo mîsogeririna mafê kurtajê, dabû qebûlkirin.
Senatoyê di meha Sibatê de pêşnûmeyê qebûl kir, lê di pêşnûmeyê de li şûna "maf" gotina “azadiya jinan a ji bo serlêdana kurtajê” cih girt.