Li Zelandaya Nû kurtaj êdî 'ne sûc' e

Li Zelandaya Nû kurtaj heta niha 'sûc' bû, lê bi dengdana li parlamentê wê êdî weke pirsgirêka 'tenduristiyê' bê dîtin û karibe bê kirin.

Di dengdanê de ya li parlamentê, qanûnên li ser kurtajê ku nêzî 40 sal in nehatine guhertin, hate guhertin. Pêşnûme li welêt ji bo hukmê li ser bedena xwe weke gaveke dîrokî hate dîtin. Bi 68 dengan li hemberî 51 dengî hate qebûlkirin.

Bi rêya qanûna nû, jin wê bi 'pêşniyara doktoran' êdî karibe heta hefteya 20'emîn a ducaniyê mafê xwe yê kurtajê bi kar bînin. Piştî hefteya 20'an jî pêwîste test lê bê kirin û herî kêm du doktor bipejirînin.