Li Wanê tundiya li ser jinê zêde bû
Li Wanê tundiya li ser jinê zêde bû
Li Wanê tundiya li ser jinê zêde bû
Di salên 2010 û 2011 de 59 jinên ku li Wanê li rastî tundiyê hatin serî li Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Pirsgirêkên Jinê ya Şaredariya Wanê (VAKASUM) dan. Ev hejmar di sala 2012 de gihişt 854’an.
Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Pirsgirêkên Jinê ya Şaredariya Wanê (VAKASUM) bi taybet ji ber lêkolînkirina pirsgirêkên jinan balê dikişîne ser xwe. VAKASUM ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dixebite û di sala 2009 dehate avakirin. Di sala 2010 û 2011 de 59 jina ji ber ku li rastî tundiyê hatin serî li VAKASUM’ê dabûn. Temenê van jinan di navbera 19-42 bûn.
"DI DEMA ERDHEJÊ DE TUNDÎ ZÊDE BÛ"
Di dema edhejê de, ku birînên ji ber erdhejê der bibûn dihatin kewandin, ango di sala 2012 de 854 jinan serî li VAKASUM’ê dan û di dema erdhejê de jî 342 jinan desteka psîkolojîk ji VAKASUMê wergirtin. Psîkolog Zîn Adiyan, ku di VAKASUMê de şêwirmendiya psîkolojîk dike, da zanîn ku jinên ku serî li wan dane, piraniya wan ew ê ku bi rêbazên berê hatine zewicandin in.
Adiyan ku diyar kir yên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin jî gelek caran serî li wan didin, got: “Yên ku tundiyê li jinan dikin herî zêde hevserên jinan û malbatên wan in. Sedema sereke ya hevberdanê jî tundiya dijwar û zext in. Me di dema erdhejê de desteka psîkolojîk da.”
"NEBÛNA STAREGEHEKE ME TENGASIYEK E"
Adiyan cûrên tundiya li hemberî jinan bi awayê fîzikî, aborî, devkî, psîkolojîk û zayenî rêz kir got: “Li herêmê sîstema eşîrtiyê rastiyek e. Em bi taybet jinên xebatkar di vî warî de tengasiyan dikişînin. Ya herî girîng jî malek me ya stargehê tune. Ji ber wê jî em jinên serî li me didin dişînin Rêveberiya Polîtîkayê Civakî yên Malbatê. Piştre em dişopînin. Her wiha em hewl didin ku jinên li rastî tundiyê tên ji xaneyên Dihok Prefabrîkê sûd werbigirin.”