Li Wanê coşa 8'ê Adarê: Jin wê dawî li tecrîdê bînin

Li Wanê bi wesîleya 8'ê Adarê şahiyek hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li şahiyê axivî û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal li Wanê bi çalakiyên cihêreng hate pîrozkirin. Bi şiyara "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" li Kolana Çandê ya li navenda bajêr şahiyek hate lidarxistin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Wanê Mûazzez Orhan, aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, endamên Kongreya Civaka Demokratîk û bi hezaran jin tevlî bûn.

Jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî tevlî şahiyê bûn, dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" qîriyan. Şahiyê bi sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan dest pê kir.

'DIVÊ JIN TIFAQÊ BIKIN'

Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek piştre axivî û anî ziman ku sedema êrişa li dijî jinan, tirsa ji ber têkoşîna azadiyê ya jinan e. Şîmşek diyar kir ku yekîtiya jinan tê wateya yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê û bang li jinan hemûyan kir ku bibin yek, tifaqa xwe çêbikin û bi hev re têbikoşin.

'RÊBAZÊN AKP Û DAÎŞ'Ê YEK E'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ne tenê 8'ê Adarê her roj ji bo jinan roja berxwedanê ye.

Başaran bal kişand ser serketina jinan a li Şengal û Rojava û destnîşan kir ku li Rojava û Şengalê çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê jinan ve hate têkbirin.

Başaran zext û zordariya rejîma AKP-MHP'ê ya li dijî jinan bi bîr xist û destnîaşn kir ku rêbazên AKP-MHP'ê û DAÎŞ'ê mîna hev in.

Başaran got, "Em li dijî vê yekê têdikoşin. Em li dijî tecrîdê têdikoşin. Birêz Ocalan ji sala 1999'an ve di nava tecrîdeke giran de ye. Em jin ên ku 5 hezar sal in tecrîdkirî ne baş zanin ku tecrîd tê çi wateyê. Çi dikin bila bikin em ê dengê xwe bilind bikin. Hevserokatî xeta me ya mor e û em ê ti carî dest jê bernedin. Siyaset jî civak jî wê ji aliyê jinan ve bên azadkirin û demokratîkkirin."

Şahî piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.