Li Sydneyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li Sydneyê di avahiya NCDK’ê de merasîma 8’ê Adarê hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya komîsyona Jinên NCDK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarê Sydney ya Evûstralyayê çalakîyek hate lidarxistin. Di axaftinên hate diyarkirin pergala ku xwe dispêre desthilatdariya mêran, rê li ber şer û bêkariyê vekiriye û herî zêde jî jin bûne qurbaniyên van şeran.

Dewleta Tirk jî bi armancgirtina jinan û sîstema hevserokatiyê ya li Kurdistanê jî şermezar kirin. Ji partiya Keskan serokê şaredariyê Danielle Wheeler jî diyar kir ku “Di vê roja 8’ê Adarê de ez li gel jinên Kurdistanî me” keyfxweşiya xwe anî ziman. Her wiha Wheeler di dewama axaftina xwe de da diyarkirin, jinên Kurd bûne hêviyek ji bo jinên cihanê û şoreşa li Rojava silav kir.

Hûzan Mesud Med bi koma xwe ve derketin ser dikê.