Li Swîsreyê Nûnertiya Tevgera Jinan a Kurd ya Navnetewî hat vekirin
Li Swîsreyê Nûnertiya Tevgera Jinan a Kurd ya Navnetewî hat vekirin
Li Swîsreyê Nûnertiya Tevgera Jinan a Kurd ya Navnetewî hat vekirin
Li Zurîh a Swîsreyê di kongreya ku ji sedî zêdetir jin tevlibûn de di roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Nûnertiya Tevgera Jinan a Kurd a Navnetewî hat îlankirin.
Kongre roja çarşemê li komeleya kurd bi deqeyeke rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Di axaftina vekirinê ya kongreyê de wiha hate gotin: “Îro em rojek dîrokî dijîn. Em qezenca xwe ya 40 salî digirin pişt xwe û bi roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd de vekirina buroya xwe ya ku dê di asta navnetewî ya jinên kurd de temsliyetê bike, îlan dikin.
Piştre rojnamger Gonul Kaya jî axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd diyar dike ku di esasa têkoşîna azadiya kurd de têkoşîneke rizgariya jinê heye. Ev ji bo me pir bi wate ye. Jinên Kurdistanê li ser nirxên ku Rêbertiya me derxistiye holê, êdî hatiye rewşa tevgereke azad. Di pêvaya nû rola jinê gelek girînge. Hemû jinên kurd ji bo nûnertiya me divê bikevin nava tevgerê.”
Di hilbijartinên di kongreyê pêk hatin rêveberiyeke ji 5 kesanpêk tê hate hilbijartin. Nûnerên Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Tevgera Jinan a Kurd ya Swêdê û Dayikên Aştiyê axaftin kirin.