Li Swîsreyê çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê
Li Swîsreyê, çalakiyên 25'ê Mijdarê yên ku heta 10'ê Kanûnê dewam bikin, li paytext Bernê dest pê kirin.
Li Swîsreyê, çalakiyên 25'ê Mijdarê yên ku heta 10'ê Kanûnê dewam bikin, li paytext Bernê dest pê kirin.
Bi pêşengiya Însiyatîfên Jinan ên Swîsreyî û rêxistinên jinan ên koçber, li Bahnhofplatz a Bernê çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ji bo cîhaneke bê tundiya li jinê, em bi hev re li vir in" hate hildan.
Danê êvarê jî rêxistinên jinan meşa şevê ya femînîst li dar xistin. Di serî de Bern, li bajarên Zurîch, Basel, Lozan, Bîel û Cenevreyê jin li dehan herêman daketin qadan.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê wê heta 10'ê Kanûnê li dehan bajarên Swîsreyê bi pêşengiya însiyatîfên jinan çalakî bên lidarxistin û tundiya mêr û ya dewletê wê bên şermezarkirin.