Li Swîsre û Fransayê aktivîteyên 8’ê Adarê

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê û bajarê Reîms ê Fransayê aktivîteya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê 25 saziyên jinan ên Swîsreyê ku tevgera jinên Kurd jî di nav de meşa 8’ê Adarê lidar xistin.

Di destpêka çalakiyê de deqeyek rêz ji bo şehîdên jin ên Kurdistanê hate girtin. Meş bi dirûşma “Li Dijî Femînîzmê Têkoşîna Azadiyê Bilind Bikin” di nava hezaran jinan de jinên Kurd jî bi cil û bergên xwe yên renga reng beşdar bûn.

Pankarta Şoreşa Rojava silav dikin ku bi rêya harî qelebaliq ve hate daliqandin bi çepik û dirûşman ve hate pêşwazîkirin.

Di axaftinên meşê de hate kirin bal kişand ser şideta li ser jinê.

REÎMS

Li bajar Reîms ê Fransayê aktivîteya 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

Bi beşdariya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), ATÎK- endamên Tevgera Jinan a Nû ve aktîvîteyek hate lidarxistin û di aktivîteyê de govend hate gerandin û dirûşim hatin berzkirin.

Aktivîte bi qasî saetek dom kir, piştî belavoka ku balê dikişîn ser şideta li hember jinê hate xwendin û şûnde bi dawî bû.