Li Stockholmê di kongreya Amara de ji bo dengê 'NA' banga seferberiyê hat kirin
Di kongreya 4. a Meclîsa Jinên Kurd a Amara de, ji bo ku di referandûma têkildarî destûra bingehîn de dengê NA bi ser bikeve, banga seferberiyê hat kirin.
Di kongreya 4. a Meclîsa Jinên Kurd a Amara de, ji bo ku di referandûma têkildarî destûra bingehîn de dengê NA bi ser bikeve, banga seferberiyê hat kirin.
4. Kongreya Jinên Kurd a Amara, duh li paytexta Swêd Stockholmê pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê û destnîşankirina dîwanê, rapora rêveberiya meclîsê ya li ser rewşa siyasî û xebatên meclîsê hat xwendin.
Di raporê de bal hat kişandin ser bûyerên li Rojhilata Navîn û gelekmperiya cîhanê diqewimin û hat destnîşankirin, ku ew ê di referandûmê de li dijî dîktatoriya şexsekî dengê 'NA' bidin.
Piştre, jinan nêrînên xwe li ser rapora kar anî ziman û dûre Jînda Dîlok peyivî. Dîlok da xuyakirin, ku di sala nû ya kar de, bi taybetî bi biharê re wê pêvajoyeke zehmet dest pê bike û ji bo jin bersivê bidin pêwîstiyên pêvajoyê, divê rêxistinbûna xwe xurt bikin.
'JI BO DENGÊ 'NA' BI SER BIKEVE EM SEFERBER BIBIN'
Dîlok da zanîn, destûra nû ya bingehîn, ku pêşkêşî dengdana gel tê kirin, bi qasî tevahiya welêt, pêwendiya xwe bi siberoja jinên Kurd jî heye û bibîr xist, ji bo pêşî li dîktatoriyê û faşîzmê were girtin, berpirsyarî dikevin ser milê jinan. Dîlok bang li hemû jinan kir, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ku dengdana wê ya li Swêdê wê di 8-9'ê Nîsanê de pêk were, seferber bibin ku dengê 'NA' bi ser bikeve.
Piştî nirxandinan, meclîsa ji 39 kesan hat hilbijartin. Îmran Karaer, Nûşîn Balik, Saîme Oz û Şukran Amed jî weke berdevkên Meclîsa Jinên Kurd a Amara hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qediya.