Li Stockholm û Goteborgê çalakiyên ji bo 8'ê Adarê

Li bajarên Stockholm û Goteborgê yên Swêdê di çalakiyên 8'ê Adarê de êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Stockholm û Goteborgê yên Swêdê di çalakiyên 8'ê Adarê de êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

STOCKHOLM: Bi pêşengiya Komîteya 8'ê Adarê ku ji rêxistinên jian, Partiya Hawirdorê ya Keskan, Partiya Çep, Partiya Komunîst, Însiyatîfa Femînîst, Yekîtiya Jinan a Sara, Ciwanên Azad û Meclîsa Jinên Kurd a Amara pêk tê, li meydana Norra Latin danê êvarê çalakiyek hate lidarxistin. Ji Yekîtiya Jinan a Sara Girin Kasırga li vir axvî û got, "Weke ku tê zanîn niha AKP-DAÎŞ-OSO bi hev re êrîşî Efrînê dikin û li dijî vê êrîşkariyê gel bi xurtî li ber xwe dide." Kasırga destnîşan kir ku parastina şoreşa Rojava parastina jinê ye. Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara jî Evîn Gazal peyivî û bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku li dijî êrîş û komujiyên bi destê dewleta Tirk ve tên kirin bikevin nava liv û tevgerê. Piştî axaftinan, bi hezaran kesî berê xwe dan meydana Norrmalstorgê û bi qîrîna dirûşman meşiyan. Di meşê de ji bo piştgiriya Efrînê gelek belavok hatin belavkirin.

GOTEBORG: Li bajarê Goteborgê jî Komîteya 8'ê Adarê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li meydana Gustav Adolf xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Di xwepêşandanê de alên YPG/YPJ'ê hatin hildan û bomberdûmana ku dewleta Tirk li Efrînê dike hate şermezarkirin. Çalakgeran her wiha welatên rojavayî ji ber bêdengiya wan bi tundî rexne kirin û bang li rêxistinên civakî yên sivîl û gelê Swêdê kirin ku hê bi xurtî destekê bidin gelê Efrînê û YPG/YPJ'ê.