Li Stenbolê peyama 'têkoşîna li dijî dîktatoran' hate dayin

Rêxistinên jinan ji bo bîranîna Jîna Emînî li Kadikoyê li hev kom bûn û diyar kirin ku ew ê li her devera cîhanê bibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' û li dijî dîktaroran têkoşînê dewam bikin.

Gelek rêxistinên jinan ên bi bangawaziya Koma Ozgurluk Azadî Freedomê li hev kom bûn, di salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, bi dirûşmeya "Em ji bo Mahsa Jîna Emîniyê li her derê azadiyê dihûnin" li ber Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Em bi porê Jîna Emîniyê azadiyê dibînin" hat vekirin. Parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Ozgul Sakî, Çîçek Otlû, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên jinan tevlî daxuyaniyê bûn.

Beriya daxuyaniyê ji ber ku hejmar zzêde bû nehat hiştin jinên îranî biçin qad û demeke dirêj li derve hatin sekinandin. Jinan ev yek protetso kir û daxuyanî nedan. Jinan heya ber deriyê derketinê bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" meşiyan. Jin demeke dirêj li ber deriyê derketinê li ber xwe dan. PIştî ku hat hiştin jinên îranî têkevin qadê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Ruya Kûrtûlûş û Şenay Kûmûzê ve hat xwendin.

Kûrtûlûşê diyar kir ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" li her derê cîhanê belav bûye û got ku jinên di hemû qadên jiyanê de bi pirsgirêkan re rû bi rû mane bi daxwazên xwe daketine qadan. Kûrtûlûşê bilêv kir ku jin tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin kirine û got: "Em jî ji bo silavê bidin berxwedana li Îranê û piştevaniya xwe ya ji bo jinên îranî bidin der li Tirkiyeyê daketin kuçeyan. Îro em careke din li cem hev in. Em ê li Îranê û li Tirkiyeyê û li her derî li dijî dîktatoran bibêjin azadî."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tekane rêya azadiyê têkoşîna hevpar e.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.