Li Stenbolê Meşa Şevê ya Femînîstan dest pê kir

Meşa Şevê ya Femînistî a 8’ê Adarê rexmê qedexeya walîtiyê û dorpêça polîsan dest pê kir.

Meşa Şevê ya Femînistî a 8’ê Adarê ku ji aliyê walîtiya Stenbolê destûr jê re nehatibû dayîn, bi rexmê wan hemû astengiyan bi dirûşmeya “Li ser qereza wan îsyan” hat destpêkirin. Di saetên sibehê de Meydana Taksîmê û hemû rêyên ku digihîjin Kolana Îstiklalê, ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Jinên ku pankarta li ser hatibû nivîsandin "Hêza me ya li hemberî zilamsalariyê, têkoşîna Femînîst e" vekiribûn, dovîzên ku li ser wan hatibû nivîsandin "Bijî têkoşîna me ya Femînîstî", "Gulistan Dokû li ku derê ye", "Fatûrayên bêkarî û hejariyê ne sûcê min e" û "Jin, Jiyan, Azadî" hilgirtin. Jinan bi berzkirina dirûşmeyên “Em ê cihanê ji cihê wê bihejînin”, "Eger jin yekgirtî bin wê cîhan li cihê xwe biheje" û "Li ser qereza wan îsyan" ber bi kolana Îstîklalê ve dest bi meşê kirin.

 Jin li Siraselvîlerê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hevdîtina di navbera jinan û polîsan de didome. Jinên ku hewldan ji aliyê Tarlabaşiyê ve derbasî kolana Îstîklalê bibin jî hatin astengkirin. Di navbera hindek ji welatiyên ku dixwastin derbasî qadê bibin û polîsan de hê jî nîqaş didomin. Bertek û nerazîbûna welatiyekê ya ku got: “Ma hûn ê tevahiya welat jî bixin nava barîkatan?” bal kişand.

Bendewariya jinên ku dixwazin derbasî kolana Îstîklalê bibin hê didome.