Li Stenbolê jinek hate qetilkirin

Li Stenbolê jinek ji aliyê mêrekî ve hate qetilkirin. Li Antalyayê jî jinek bi giranî hate birîndarkirin.

Li taxa Yamanevler a navçeya Umraniye ya Stenbolê, kujerekî ku navê wî nehate hînbûn, jina ku pê re zewicî bû bi kêrê qetil kir. Kujer piştre ji aliyê polîsên ku hatin malê ve hate destgîrkirin.

Cenazeyê jin a hate qetilkirin birin morga Tipa Edlî.

ANTALYA

Li taxa Yenîmahalle ya navçeya Kepez a Antalyayê mêr ê bi navê Ozkan G. bi kêrê N.K. bi giranî birîndar kir.

N.K. bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê.