Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Şirnexê, li bajêr buruya hilbijartinê ya jinê ya ewil li Silopiyayê vekir. Piştî fitarê bi beşdarbûna bi sedan kesî li Taxa Cûdiyê buroya hilbijartinê hat vekirin. Girseya ku li ber buroyê kom bû, li ber stranan govend gerand. Di vekirinê de dirûşmeyên "Bijî Heval Harûn" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
‘EM Ê SINDOQAN BI RENGÊ KESK BIXMEILÎNIN‘
Beriya vekirina buroyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr destnîşan kir ku Botan dê di vê hilbijartinê de bersivê bide û got: "Dîrok şahidê vê ye û gelê me dizane ku em şopdarên rastiyê ne. Têkoşîna me heqîqeta me ye. Em hem şopdarê vê rastiyê hem jî meşvanên azadiyê ne. Em jin em xwedî li partiya xwe ya çep a kesk derkevin. Em ê deng û rengê xwe biçin ser sindoqê. Em ê sindoqan bi rengê kesk bixmeilînin. Em jin em ê li hemû qadên jiyanê bitêkoşin û zincîrên dîlgirtinê bişikînin. Em ê vî welatî biguherînin û veguherînin. Em ê qîrîna ji bo azadiyê bilind bikin."
‘JIN DÊ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE BERSIVA DESTHILATÊ BIDIN‘
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku jin dê di vê hilbijartinê de bersiva desthilatê bidin û got: "Mirov gava çav bi vî dîmenî dikeve dibêje; bila werin û xebatên hilbijartinê bibînin, bila werin berxwedan û têkoşîna jinê bibînin."
'JIN Û GEL DÊ BI SER BIKEVIN'
Kiliçgun bilêv kir ku li Tirkiyeyê wekî tenê du tifaqa hebin tê nîşandan û got: "Me rêyeke nû pênase kir. Me ji vê re got rêya sêyan. Partiya Çep a Kesk, destkeftiya têkoşîna jinê ye. Detskeftiya têkoşîna kedkaran, destkeftiya têkoşîna ekolojîstan e. Ev hilbijartin, hilbijartineke di navbera pergala mêrserwer û azadiyê de ye. Ev hilbijartin, hilbijartinê di navbera aştîxwaz û şerxwazan, ev hilbijartin hilbijartina di navbera civakê û desthilatê de te. Îro me li vir dît ku ev girse bibiryar e ku dawî li rejîma yekzilamî bîne. Em jî hatine bibin piştgirê vê hêza we ya ji bo guherîn, hevrêyê we. Em rejîma yekzilamî dişînin û em heyameke nû, sedsaleke nû didin destpêkirin. Em bi hev re bi rê ketin, em ê bi hev re bi ser bikevin. Dê rejîma yekzilamî biçe, em ê bi ser bikevin. Dê jin û gel bi ser bikevin. Ji niha ve encamên me yên hilbijartinê li me hemûyan pîroz be.“
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.
Vekirina buroya hilbijartinê bi govendgerandinê û bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.