Li Silêmaniyê di qada tenduristiyê de newekheviya jin û mêr hat nîqaşkirin

Li Silêmaniyê di qada tenduristiyê de newekheviya jin û mêr hat nîqaşkirin

Di 27’ê  Adarê de saet di 01.00’ê de li Qada Tewar lêkolîneke ku der barê newekheviya mêr û jinê ya di qada tenduristiyê de hatibû amedekirin, hat aşkerakirin.

Duh saet di yekê de ji alî mamoste Bêstûn Fetah Ezîz ve lêkolîna li ser rêgezên nêr û mê  hatibû amedekirin  bi daxuyaniyeke çapemeniyê û  bi beşdariya gelek saziyan, pêşkêşî lijneya doktoran yê serokê wê Ciwan Bextiyar  bû hat kirin. Her wiha  endama  lijneyê doktor Kejal Husên û doktor Mistefa Resûl tevli bûn.

Mamoste Bêstûn lêkolîna li ser rêgeza mê û nêr amedekiribû ji bo lijneyê xwend û got: “Jin li fermanberya tendûrûstiyê rêkpê nehatiye dayîn ku cihê xwe di rêveberiyê de bigere.”  Her wiha Mamûste Bêstûn anî ziman ku pêwîstî heye ku ev maf were dayîn jin weke mêr di her saziyeke hikûmetê de cihê xwe bigire û ev yek jî pêwîstî pê heye û wiha pê de çû: “Ji ber nebûna doktorên pirspor ên jin di binkeyên tendûrûstî de, di roja me ya îro de civaka me û bi taybetî jin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin.Min weke kes pêwîstî dît ku ez li ser mijareke bi vî rengî lêkolînekê bikim û pêşkêşî lijneya doktoran bikim. Ji ber ku ev newekhevî çareser nebe dê bibe sedema pirsgirêkan  li nava binkeyên tendûrûstiyê.  Di heman demê de di civaka me de kurbûn ji lewma pêwîstî heye ku zûtirîn dem ev newekehvî bidawî bibe. Jin bikare cihê xwe di hemû saziyan de bigire.

Mistefa Resûl, doktora Necat Mihemed, doktor Kejal û doktora Ciwan Bextiyar anîn ziman ku ew jî  piştgiriyê didin vê lêkolînê û gotin ew dê hewl bidin ku pirsgsirêka doktorên pisporên jin çareser bikin.