Li Serêkaniyê Navenda Perwerdeya Jinê hate vekirin

Li Serêkaniyê Navenda Perwerdeya Jinê hate vekirin

Li Serêkaniyê bi beşdariya dehan jinên ji hemû neteweyên bajêr, Navenda Perwerde û Zanist a jinan hate vekirin.

Merasima vekirinê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Raperîn Nûrheq axivî û diyar kir ku, bi tekoşîna jinan û bi keda xwîna Şehîdên berxwedana Serêkaniyê, Navenda Perwerdeya Jinê hate vekirin. Nûrheq  da zanîn ku, wê navenda  jinê bibe cihê zanist û perwerdeya hemû jinan, ji bo ku jin bikare nûnertiya xwe di hemû beşên jiyanê de bike.

Di merasîmê de jinan stran gotin û govend gerandin. Navenda Perwerde û Zanistiya Jinan bi wêneyên şervanên kurd ên di tekoşiya azadiya jiyana xwe ji dest dabûn hatibû xemilandin.