Li ser şopa Gûrbetellî, rastiyê dinivîsînin

Şopdarên Gûrbetellî Ersoz, guh nadin zext û zordariyan û rastiyê dinivîsînin.

Yek ji pêşengên çapemeniya azad Gûrbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê yekemîn jineke berpirsyara weşana giştî ya rojnameyekê bû. Ersoz, di salên 90'î de ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê cezayê girtîgehê lê hate birîn, lewma berê xwe da çiyê. Ersoz, 3 salan li çiyayên azad ma ku jê re digot 'min dilê xwe lê neqişand'. Sala 1997'an li Herêma Kurdistana Federe di şerekî de tevlî karwanê nemiran bû. Nûçegihanên jin, ku di kevneşopiya çapemeniya azad de li ser şopa Ersoz in, qala bandor û rola Ersoz a di têkoşîna xwe de kirin.

RASTÎ BI PÊNÛSA NÛÇEGIHANÊN JIN TÊ NIVÎSANDIN

Edîtora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Rojda Korkmaz anî ziman ku wê bi zanebûn pîşeyê rojnamevaniyê hilbijartiye û xwestiye, feraseta xwe ya têkoşînê bi rojnamevaniyê xurtir bike. Korkmaz got, "Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin" û bi bîr xist, ku rojnamevanî ji bo jinan qadeke dijwar a têkoşînê ye. 

Korkmaz destnîşan kir, rastiyên ku Gûrbetellî Ersoz jê bawer dikir û di oxira wê de jiyana xwe ji dest da, niha bi pênûsa nûçegihanên jin her tê nivîsandin û ragihandin.

Korkmaz da zanîn, ku têkoşîna Gûrbetellî Ersoz, parçeyek ji kevneşopiya çapemeniya azad e û got, "Em ji Gûrbetellî Ersoz re dibêjin, pêşeng. Wê bi nasnameya xwe ya jinê cihê xwe di nava vê têkoşînê de girt. Li dijî sîstema baviksalarî, li dijî profîla nûçegihaniya mêr, ew bû pêşeng. Lewma ji bo me hemû mînak e."

EM Ê RASTIYÊ TIMÎ JI GEL RE RAGIHÎNIN

Ji edîktorên Ajansa Mezopotamyayê Zûlah Atlan jî bi bîr xist, ku Ersoz gotiye, "Eger rastî bihata nivîsandin, wê ewqas mirov nemira." Atlan got, "Desthilatdarî naxwaze ku rojnamevanên rastiyê dinivîsînin hebin. Ji ber vê yekê saziyên wan ên çapemeniyê digire. Di nava sal û nîvekê de bi dehan saziyên çapemeniyê hatin girtin. Xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin, li binê çavan êşkence li wan hate kirin. Saziya çapemeniyê ya ez lê dixebitîm hate girtin. Lê belê, em nûçegihanên jin; bi hêza ji Gûrbetellî wergirtî me got, 'rastî wê di nava tarîtiyê de nemîne'. Û em ê rastiyê timî ji gel re ragihînin. Em bawerin, wê pênûsa jinan jinan azad bike."

'BERDÊLÊN KU WAN DANE, JI ME RE BÛNE RONAHÎ'

Nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Aslan ev 6 sal in di nava çapemeniya azad de cih digire. Aslan diyar kir, ku nûçegihanên jin ên çapemeniya azad, Gûrbetellî Ersoz didin jiyîn û destnîşan kir, ku di her dîmen û wêneyî de lêgerîna li rastiyê ya Ersoz dijî.

Aslan wiha dewam kir: "Hin sembolên me hene ku me li ser piyan digirin û têkoşîna me xurt dikin. Ji van yên sereke jî Gûrbetellî Ersoz, Ayfer Serçe û Denîz Firat in. Berdêlên ku wan dane, rêya me ronî dikin. Em ê bi ti awayî ji têkoşîna xwe venegerin û em ê têkoşînê her bidomînin."

Aslan herî dawî destnîşan kir, ku wê xewn û xeyalên wan nîvco nehêlin û timî li ser şopa wan bin.