Li Rojhilata Navîn rêjeya îstîhdama jinê gelek kême
Li Rojhilata Navîn rêjeya îstîhdama jinê gelek kême
Li Rojhilata Navîn rêjeya îstîhdama jinê gelek kême
Bihara Ereban ya li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê pêk tê hêj bandor li cihê jinê yê din ava civakê de nekiriye. Li herêmê îstîhdama jinê hêj nêvî, nîveka cîhanê ye.
Dîrektorê Bernameya Pêşî li Xizaniyê girtin a Bernameya Bakûrê Afrîka û Rojhilata Navîn a Cîhanê Manuela Ferro daxuyaniyek da û diyar ku, li gelek welatên herêmê ji bo ku jin tevlî perwerda bibin pêngav avêtine lê rêjeya îstîhdama jinê ji nîva cîhanê dûre.
Rapora ku Banka Cîhanê weşand, diyar dike ku di qada îstîhdamê de newekheviyeke mezin heye. Tê gotin ku, di qada perwerdeyê de rêjeya jin û mêran hemane lê di qada kar de rêjeya jinê di bin ji sedî 25’an de ye.
LI MISIRÊ JINÊN DIXEBITIN BÊ PERWERDE NE
Li welatên herêmê di mijara îstîhdama jinê de rêje cudahiyên mezin nîşan didin. Mînak li Tûnusê jinên perwerdeya bilind dîtine beşek mezin ji wan betalin. Li Misirê beşek mezin ya jinên dixebitin bê perwerdene. Rêjeya îstîhdama jinên perwerdekirî li welat gelek kême. Li herêmê rêjeya jinên di asta rêveberiyê de jî li gorî nîveka cîhanê gelek gelek kême. Li gorî daneyên bankaya cîhanê ji sedî 3 jin di asta rêveberiyê de ne.
LI WELATÊN DEWLEMEND YÊN PETROLÊ JIN NAXEBITIN
Bi taybet li welatên dewlemend yên petrolê rewşek dramatîk heye û jin li van welatan naxebitin. Sedema vê jî hilberîna petrolê ya welate. Li van welatan di sektora Petro-kîmya û înşatê de îstîhdama jinê sedî yeke.
PÊKANÎNA KOTAYÊ BI HÊVIYE
Emirtiyên Komkara Ereban ku, li gorî welatên din hinekî nermtirin, di meha qanûna borî de li kargeriyan kotaya xebatkarên jin vekir. Ev pêkanîna kotayê li lijneyên rêvberiyên mezin yên Şîrketan jî pêk tên.