'Li Rojava bi ked û îradeya jinê civakek nû tê avakirin'

Konferansa "Çanda Dayiktiyê" piştî Berlînê vê carê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Konferans ji aliyê rêxistina HAGÎA ve hate organîzekirin, ku nivîskara femînîst û teorîsyena Elman Heîde Goettner-Abendroht rêvebera wê ye.

Zêdetirî  50 jinên aktîvîstên femînîst, nivîskar, hunermend, rojnamevan û teorîsyen beşdarî konferansê bûn. Nûnerên navenda jineolojiyê li Ewropayê jî tevlî konfransê bûn û li ser çawaniya ji nû ve avakirinê nêrînên xwe di koma kar a civakî re parve kir.

Konferans bi du beşan hate lidarxistin. Di beşa yekemîn de, Heîder Toettner-Abendroht, li ser mijara; civaka siyasî, pêşkêşiyek kir. Abendroth got, "Siyaseta baviksalarî û ezmûnên em jê encamê derxînin, nîşanî me didin ku vê sîstemê hemû qadên jiyanî; siyasî, civakî, aborî û ruhî wergerandiye şêwazên desthilatdarîyê."

Heîde Goettner-Abendroth di dewama axaftina xwe de li ser civaka dayiktiyê çend mînak ji deverên cuda anî ziman û got, "Civaka dayiktiyê, tevî êrîş û kolonyalîzmê jî, li gelek cihan xwe parastiye."

Abendroth destnîşan kir, ku divê li derveyî sîstemê li çareseriyê bigerin û ev yek jî bi hêza jinê dibe.

Di beşa duyemîn a konferansê de, li ser qadên siyasî, civakî, aborî û ruhî komên kar hatin destnîşankirin.

Li ser pirsa 'çawa civak, ji civakeke Dayiktî veguherî sîstemeke baviksalarî?" Heîde Goettner-Abendroth got, "Ev mijareke gelek aloz û kûr e. Divê mirov bi taybetî li ser bisekinin. Ez niha bi nivîsandina pirtûkekê li ser vê mijarê kar dikim. Eger temen û tenduristî rê bide di demeke kin de wê bê ber destê we. Lê teorî tenê têr nake, divê em bizanibin çawa li hemberê vê sîstemê xwe bi rêxistin bikin."

Di beşa dawî ya axaftina xwe, şoreşa Rojava û avakirin û vegera li çanda dayiktiyê nirxand û got, "Jin îro li Rojava bi ked û îradeya xwe jiyaneke nû ava dikin. Em piştgiriya wan dikin. Em vê avakirinê girîng dibînin."