Li Ranyayê rojnamevanên jin xelat wergirtin

Li Ranyayê rojnamevanên jin xelat wergirtin

Li navçeya Ranaya bi bûneya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî, rojnamevanên jin xelat girtin.

Li fermangeha ragahandinê ya Ranya bi amadebûna rojnamevanên deverê bi bûneya 115’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî semînerek hate pêşkeşkirin. Semînera ku di 22’ê Nîsanê de panel hat lidarxistin. Panel ji aliyê rêveberê Fermangeha Ragehandinê ya Ranya’yê Mistefa Mihemed Emîn ve hate dayîn. Di semînerê de rêz ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û rojnamevanên jiyana xwe ji destdane hate girtin.

Di semînerê de li serrojnamevaniya Kurdî her çarparçên Kurdistanê û dervey welat hate rawestandin û di roja me ya îro de rojnamevaniya Kurdî di çi astê de ye hate nîqaşkirin. Her wiha role jina Kurd di rojnamevaniya Kurdî de çiye li ser nîqaşên berfireh hatin kirin. Her wiha bi hêviyak û di pêşerojê de jin jî bi awayek azad li hemû qadên rojnamevaniyê de bikaribe cihêxwe bigre û rolê xwe bileyîze, dawî li semînerê hate anîn.

Piştî semînerê bi merasîmekê xelatdan rojnamevanên jinên devera Ranya ku di nav wan de nûçegihana Newroz Tv Ekîn Nîl jî heye.