Li Parîsê bi hezaran kesî Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, 3 jinên Kurd ên ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîr anîn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Saziyên Kurdistanî, Tevgera Jinên Kurd, Nûnerên Saziyên Kurd û dostên Kurdan ên li Parîs û Ile de Franceyê tevlî bîranînê bûn.

Bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Stop Erdogan, Terorîst Erdogan”, “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Bimire dewleta Tirk a faşîst”, bi meşek girseyî ji ber Gare de Nordê dest pê kir.

Çalakgerên ku bi hildana pankartên ku wêneyên her sê jinên şehîd Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser û alên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û YPG-YPJ dest bi meşê kirin. Meşa ku bi dirûşma “Erdogan biryara qetlîamê da! Bila bê darizandin” destpê kirî, li Qada Rêpublîqûeyê veguherî mitîngê.

Mitîngê li ber merşa Ey Reqîb bi 3 deqîqeyan çalakiya rûniştinê dest pê kir.

Di mitîngê de peyamên malbatên Cansiz û Şaylemez hatin guhdarkirin, li ser navê gelek saziyan jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, dan zanîn ku yê biryara qetlîamê dayî diyar e û bal kişandin ser vî tiştî ku kujer Serokkomarê Tirk Erdogan e.

Mitîng bi guhdarkirina stranên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.