Li Navenda Civaka Kurd a Bremenê serdegirtina polîsan
Polîsên Elman vê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê û dest danîn ser materyalên dîjîtal.
Polîsên Elman vê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê û dest danîn ser materyalên dîjîtal.
Polîsên Elman serê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Bremen ê Elmanyayê.
Di serdegirtinê de polîsan dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal. Polîsan biryara girtinê ya der barê hin kesan weke hincet nîşan da.
Di sala 2024'an de cara duyemîn e ku polîsên Elman diavêjin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê. Di 16'ê Çileya 2024'an jî polîsan avêtibû ser û piştre fîşekên bi nîşaneya 'xaça sembola nazî' lê hatibû hiştin.