Li Mezar-ı Şerîf 4 aktivîstên jin kuştî hatin dîtin
Li bajarê Mezar-ı Şerîf a Efganîstanê 4 aktivîstên jin di konçalekê de kuştî hatin dîtin.
Li bajarê Mezar-ı Şerîf a Efganîstanê 4 aktivîstên jin di konçalekê de kuştî hatin dîtin.
Hate ragihandin 27'ê Mijdarê hatine kuştin. Li navçeya Xalid Bin Welîd li konçalekê cenazeyên 4 jinan hatine dîtin. Di nav wan de aktivîsta jin a bi navê Forûzan Safî jî heye.
Hevserê Safî Mihemed Sabir Bator ji ber gefên li ser ewlehiya jiyan wî xwe li Îranê girt.
Li gorî malpera ''Hasht e Subb Daîly'' Bator diyar kiriye Foruzan Safî û sê jinên din ên parêzvanên mafê mirovan bi rengekî plankirî hatine kuştin.
Bator got hin kesên ku xwe bi rengê nûnerên rêxistinên mafê mirovan li hevjîna wî geriyane û piştî vê telefonê 27'ê Cotmehê saet 14:00'an ji mal derketiye.
Bator her wiha diyar kir beriya rûdanê bi 10 rojan jî hin kesan li Forûzan Safî geriyane.
Malbatê piştî ku agahî ji Safî nehatiye li wê geriyane û piştî çend saetan cenazeyê çar jinan li morga Nexweşxaneya Mezar-ı Şerîf dîtine.