Li metroyên Stockholmê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdistaniyan li metroyên Stockholmê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Kurdistaniyan li metroyên Stockholmê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Pêr li paytexta Swêdê StockholmÊ li ber konsolosxaneya Tirkiyê Kurdistaniyan çalakiyeke şermezariyê kirin, duh jî di trênên metroyan de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Şermezar kirin, xwestin ku Yekîtiya Ewropa û Swêd hikûmeta Tirk ceza bike.
Jinên endamên Meclîsa Jinan a Kurd a Amara û Ciwanên Azad di trênê de axivîn, diyar kirin ku ev bi salan e dewletaTirk destekê didin çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk niha jî li ber çavê dinyayê êrîşê dibe ser Rojava û Şengalê û şervanên Kurd ên ku bi qehremanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin qetil dike.
Jinan diyar kir êrîşên dawî jî parçeyek ji polîtikayên Tirk ên qirkirinê yên li ser Kurdan e, Tirkiye bi van êrîşan dixwaze DAIŞ’ê biparêze û Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibe.
Di axaftinan de bang kirin ku raya giştî ya Swêd bang li Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêd bike da ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bibire.
Jinan di trênên cuda de di navbera saet 17.00-18.00’an de ev çalakî kirin û rêwiyan jî bi çepikan destek dane çalakgeran.