Li Mersînê nijadperestan êrişî malbateke Kurd kirin: 2 kes birîndar bûn

Malbateke Kurd ku ji Başûrê Kurdistanê hat Mersînê, ji ber Kurdbûna xwe bûn hedefa êrişa nijadperestên Tirk. Yek jê giran 2 kes bi giranî birîndar bûn. Êrişkar hatin tespîtkirin, lê belê rayedaran xwe kerr kirine.

Malbateke Kurd a ji Hewlêrê hat Mersînê, li herêma Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê bû hedefa êrişa 3 kesan.

Êrişkaran bi işareta 'Gurê Boz' ku hêza paramîlîter a nijadperestên dewleta Tirk e, êriş kirin. Di encamê de yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Dîmenên êrişa nijadperestî li ser medya dîjîtal hatin weşandin. Di dîmen de tê dîtin ku yek ji birîndaran ji ser hişê xwe çûye û di nava xwînê de li erdê dirêjkirî ye. Yek jî çend caran dibêje, "Mêr kuştin."

Nayê zanîn ku êrişkar hatine destgîrkirin yan na. Rayedarên Tirk ti daxuyanî di vê de barê de nedane.

HEWL DAN JI ZINÊR BIAVÊJIN

Şahidê bûyerê Cîhan Kûtlûk got, "Bi kevir êrişî zilam û kurê 12-13 salî kirin û kevir li serê wan xistin. Zilam ber bi bendên rê ve ket û ji ser hişê xwe çû."

Kûtlûk ogt, "Hewl dan ku zilam ji zinêr biavêjin. Dibe ku weke şerê rênedana rê bê nîşandan, lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Dema ku işareta gurê boz kirin û sixêf li Kurdan kirin, min fêhm kir ku êrişeke nijadperestî ye. 5 deqeyan sixêf li Kurdan kirin. Min rahişt zilam, xist cîpa xwe û bir nuqteya jendermeyan. Piştre jî me bang li ambûlansê kir û rakirin nexweşxaneyê."

ÊRIŞKAR BI WESAYITEKE BI PLAQEYA 01 YG 428 HATIN

Kûtlûk di îfadeya xwe de ya li Qereqola Jendermeyan a Tekelî got, êrişkar ji wesayiteke Honda Civic a reş a bi plaqeya 01 YG 428 peya bûn, ji êrişkaran kesê ib navê Mehmet Fatîh Oflaz rahişt kevirekî mezin û avêt serê ajokarê wesayita malbata Kurd tê de bû.

Li gorî agahiyan, heman êrişkarî gefa kuştinê li şahidan jî xwariye û Kûtlûk got, "Kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz vegeriya û got, 'Yên ku ev bûyer dîtine ez ê li pêş li benda wan bim û bikujim. Kê ev bûyer dîtibe... Ez ê vê derê li we teng bikim... li Kurdan."