Li Melboûrneyê semînera 'Şoreşa femînîst a li Bakurê Sûriyeyê'

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, li ser "Şoreşa Femînîst a li Bakurê Sûriyeyê" û bandora tevgera azadiya jinên Kurd semînerek hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) û saziya bi navê Awûtralyayiyên ji bo Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Semînera li ser têkoşîna azadiya jinê ya li gelemperiya cîhanê û bandora tevgera azadiya jinên Kurd, li kampusa Zanîngeha Vîctorîayê pêk hat.

Rojnamevana Hollandî Frederîke Geerdînk weke qiseker beşdarî semînerê bû. Semîner bi axaftina nûnerê gelê Aborjîn, ku xwediyê rastî yê axa Awûstralyayê ye, dest pê kir.

Geerdînk jî di axaftina xwe de li ser rêxistinbûna jinên Kurd li Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê hin mînak da.

Di beşa duyemîn a semînerê de endama komîteya amadekar a jinûve avakirina Kobanê Hawzîn Azez bi rêya skype beşdarî semînerê bû û qala jiyana li herêmên rizgarikrî û bandora li jinan kir.

Di beşa dawî ya semînerê de ji NAV-KURD'ê Başak Gel, ji Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' Havîn Guneşer û Karen Fletcher qala têkoşîna azadiya jinê ya li gelemperiya cîhanê û bandora tevgera azadiyê ya jinên Kurd kirin.

Semîner bi nîşandana sînevîzyonê qediya.