Li Londonê jin daketin qadan

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan li Londonê jî jin daketin qadan.

Jin bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Navenda Çanda Elewî ya Îngîltereyê, Komîsyona Jinan a Alxas-Der’ê, Dêrsim-Dêr û Înîsîyatîfa Jinên Kurd kom bûn û li Woodgreenê ya ku li Bakurê Londrayê cihê herî şên e, dengê xwe bilind kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Îngîltereyê îmze daye Peymana Stenbolê lê peymanê naxe meriyetê û wê jin ji bo pêkanîna vê peymanê xeteke têkoşînê ava bikin.

Jinan diyar kirin ku wê li kolanan têkoşîna li hemberî feraseta baviksalar geş bikin.