Li Kubayê cezayê muebetê dan du kesên ku jin kuştibûn

Dadgeha Bilind a Kubayê ji ber ku jin kuştine, cezayê muebetê da du kesan.

Dezgeha Darizandinê ya Bilind a Kubayê li ser malpera xwe ragihand ku “Cezayê muebetê dane du kesên ku mirov kuştine.”

Dadgehê diyar kir ku Yadier Delva li Havanayê "jina xwe ya berê û dayika zaroka xwe", Alexander Napoles jî li Ciego de Avila “hevala xwe ya ku dixwest jê veqete” kuştiye.

Di xala qanûna cezayê ya nû de ji bo her kesê ku "ji ber şîdeta li ser bingeha zayendî jiyana jinekê bi dawî bike” ji 20 salan heta 30 salan cezayê girtîgehê, cezayê muebetê yan jî cezayê kuştinê wê were dayîn.

Li gorî kolektîfên serbixwe "Alas Tensas" û "Yo sí te creo", li Kubaya ku nifûsa wê 11,1 mîlyon e, di navbera Çile û Nîsanê de 27 jin hatine kuştin.

Li gorî heman kolektîfan di sala 2022’an de 36 jin hatine kuştin.