Li Kolombiyayê kuştin û şîdeta li jinê zêde bû
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê hate qebûlkirin, bûyerên kuştin, şîdeta zayendî yan jî fîzîkî ya li dijî jinê zêde bûne.
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê hate qebûlkirin, bûyerên kuştin, şîdeta zayendî yan jî fîzîkî ya li dijî jinê zêde bûne.
Li gorî rapora Enstîtuya Tipa Edlî, ku bi sernavê 'Li Kolombiyayê şîdeta zayendî' hate weşandin, di 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an de, bûyerên şîdeta zayendî zêde bûne. Di 10 mehên destpêkê yên îsal de, 15 hezar û 80 carî şîdeta zayendî li jinê hate kirin. Di heman dema sala 2015'an de ev hejmar 14 hezar û 21, di sala 2014'an de jî 12 hezar û 614 bûyer bûn.
Li gorî raporê, 574 ji van bûyeran bi serê zarokên 10-14 salî hatine. Bi taybetî bûyerên li nava malbatê zêde bûne.
Di heman raporê de hate ragihandin, di 10 mehên destpêkê yên vê salê de 731 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Di heman dema sala 2015'an de 670 jin hatibûn kuştin. Ev hejmar di sala 2013'an de 810 bû.
Li gorî raporê, piraniya jinên hatine kuştin, li naverastê yan jî li nava malê hatine kuştin. Ji sedî 60 ji van bi çekê hatine kuştin. Bajarên ku herî zêde jin li van deveran hatin kuştin bajarên Valle de Caûca, Bogota û Antîoqûîa ne.
Li Kolombiyayê, bûyerên şîdeta li jinê di sala 2015'an de 40 hezar û 483 bû. Li gorî raporê di 10 mehên vê salê de 49 hezar û 712 bûyerên şîdeta li jinê hatin tespîtkirin.