Li Kirklareliyê jinek hate kuştin

Li Lulebûrgazê mêrê bi navê Selçûk G., Îlknûr Gokay Tûncel qetil kir.

Li navçeya Lulebûrgazê ya Kirklareliyê, li taxa Gundogdûyê, Îlknûr Gokay Tûncel (42) a ku li Şaredariya Lulebûrgazê dixebitî, dema ku diçû mala xwe ji aliyê Selçûk G. (44) ve hate şopandin. Tûncel dema ku pê hesiya tê şopandin, hewl da bikeve hundirê apartmanekê, lê belê Selçûk G. bi kêrê êrişî Tûncel kir. Selçûk G. piştre jî xwe birîndar kir.

Tûncel a ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Kujer Selçûk G. jî rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakya ya Edîrneyê.