Li Kanîreşê jinek bi rengekî biguman mir

Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşê ve Kader Yaprak bi rengî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Yaprak bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye.

Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve Kader Yaprak a ji bo betlanê ji Stenbolê hatiye gund bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest da.

 
Yaprak a bi du zarokên xwe hatî gund, hate îdiakirin ku bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye. Diyar bû ku Yaprak li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û xizmên wê cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.