Li Hindistanê jin jiyana xwe dixin xeteriyê û avê derdixin
Li Hindistana ku bi germahiyeke zêde re rû bi rû ye, hinek jin jiyana xwe dixin xeteriyê û avê derdixin.
Li Hindistana ku bi germahiyeke zêde re rû bi rû ye, hinek jin jiyana xwe dixin xeteriyê û avê derdixin.
Ji serê meha Gulanê ve li Hindistanê hewa zêde germ e. Rewş nebaş e. Di dîmenek a li ser torên medyaya sanal hat weşandin de xuya ye ku jin jiyana xwe dixin xeteriyê û avê ji bîran derdixin. Ev dîmen ne yên cara yekem in. Bi zêde bûyîna germê re ev dîmen di demên dawîn de zêde bûne.
Gundiyên Ghûsîa yê Hindistanê piştî zuhabûna bîr û golan, neçar man ku tidarekên xwe yên peyde kirina avê zêde bikin. Li gelek herêmên Hindistanê av gelek zehmet peyde dibe.
Di meha Nîsanê de, dîmenekê de xuya dikir li ku eyaleta Maharashtra ya li rojavayê welêt jineke ji bo avê daketiye bîrê, li ser torên medyaya sanal hat weşandin.
Li gor raporek a cîhanî ya 2019‘an de Hindistan welatek ji 17 welatên ku “Pirgirêka avê lê pir zêde ye” bû.
Li gorî nûçeya BBC’yê ev belge nîşan dide ku li eyaletên Madhya Pradeş, Pencab, Rajasthan, Ûttar Pradeş, Gûjarat, Ûttarakhand ve Haryana di nav cihên ku herî zêde ji krîza avê bi bandor bûne de ne.
GUNDÎ WÊ HILBIJARTINAN BOYKOT BIKIN
Hikûmeta Hindistanê soz da ku wê di sala 2024’an de li her gundî henefiyên avê çêbike. Niha pirsgirêka bi dest xistina ava vexwarinê ya bi milyonan kesên li Hindistanê heye.
Gundiyên Ghûsiayê dibêjin ku îsal wê bi armanca protesto kirinê, hilbijartinên herêmî boykot bikin.
Gundiyek ê herêmê ji ajansa nûçeyan a ANI’yê re axivî û got: “Ji bo ku em avê bigirin, divê em em xwe berê binê bîran bidin. Li vir sê bîr hene, hemû jî hema bibêje zuha ne. Di pompayên destan de av nîn e.”
Heman gundî anî ziman ku karmendên Hikûmetê û rêvebirên siyasî, tenê di dema hilbijartinan de tên herêmê û got: “ Vê carê me biryar da ku heya çavkaniyek baş a ava me çênebe, em dengên xwe nadin.”