Li Hamburgê ji jinên Kurd protestoya bê deng

Li Hamburgê ji jinên Kurd protestoya bê deng

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn li Hamburgê, li ber konsolosxaneya Franseyê çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin. Ev 11 hefte ne, her rojên çarşemê çalakiyên nobetê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ya ku têde sê jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan, tên lidarxistin.

Endama Meclîsa Jinan a Rojbîn Zîlan Dêrsimê daxuyanî daçapemeniyê û diyar kir ku wana vê hefteyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi awayeke bê deng li dar xistin. Dêrsim xwest kesên li piştkomkujiyê divê bên aşkerekirin. Dêrsim got: “Me dehcaran bang li serkonsolosa Franse ya li Hamburgê Sylvie Massiere kir ku derbarê komkujiyê de agahî bide û ger nexwazin Franse bibe hevkarê komkujiyê divê kiryaran aşkere bike. Me dosya pêşkêşê kir, me sê name ji konsolosxaneyê renivîdand. Birêz Massiere li ber derî bi me re hevdîtin kir û diyar kir ku ew ne muxatab e. Piştre jî sekreterê xwe şand. Em vê yekê qebûl nakin. Berpirsyarî ya Franseyê ye. Massiere jî li Hamburgê nunertiya dewleta Franseyê dike. Êdî tu tiştek ku em ji wê re bêjin nameya. Daxwazên me diyar in, weke ku me berê jî gotibû, em dest ji van daxwazên xwe berandin.”