Li Goteborgê bi hezaran jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Li Gotebor a Swêdê ji bo 8’ê Adarê bi hezaran jin bi parolya ‚’Hevgirtina Netewî-Yekîtiya Têkoşînê ya hemû jinan’’ derketin kolanan.

Meş ji hêla Însîyatîva Femînîst, Federasyna Jin a Neteweyên Yekbûyî, Ji Jinan ta bi Jinan û Yektîya Jin a Sara pêk hat. Meş li Meydana Gustaf Adolfs dest pê kir.

Jinan bi piranî rengê xemrî li xwe kiribûn û strana,  “I Can't quiet, I cant' quiet, a one woman riot” gotin. Jinan pankarta ‚’Roja jinê-wekheviyê, hevgirtin û xwîşkîtî’’ rakirin. Bi dirûşmên ‚’dema kar a ji bo 6 saetan, ji bo karê wekhev mehmiza wekhev’ ber bi qada mîtîngê ve çûn.

Navenda Civaka Demokratîk, Yekîtiya Jin a Sara, Komîteya Rojava, Partiya Çep li pey pankarta sê jinên Şoreşger Sakîne, Fîdah û Leyla meşiyan.

Di kortêjê de Kurdistanî û dostên wan pankartên ‚’jin jiyan azadî’, Ji Goreborgê slav ji bo Qendîlê’’ rakirin û alayên PKK’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de Yekîtiya Jin a Sara danezanên têkildarî giringiya 8’ê Adarê û geşedanên Kurdistanê danezan bela kirin.