Li girtîgeha Baybûrtê înfaza 10 jinên girtî hat şewitandin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê înfaza 10 girtiyên jin ji ber hêjmartina “pergal leşkerî” qebûl nekirin hatin şewitandin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê ji 17 girtiyên jin ên siyasî 10’ê ve ji ber hêjmartina “pergala leşkerî” qebûl nekirine, ji aliyê rêveberê girtîgehê ve bi hinceta 3 û ji 3’yê zêdetir cezayên hucreyê ku li wan hatiye birîn, hat şewitandin.

Girtiyên ku di hevdîtina telefonê ya ku bi malbatên xwe re kirin de diyar kirin ku ev yek gihiştiye asta êşkenceyê û li dijî vê biryarê îtîraz kirine.

Navên girtiyên înfaza wan hatine şewitandin wiha ne: “Delîla Roj Erkmen, Sîbel Kaya, Neslîhan Çetîn, Fecriye Benek, Serfîraz Demîrer, Gurbet Ceylan, Sevda Arcan, Şehrîban Akdere, Ayfer Başlig û Ela Kamiş e.”