Li Gîneyê tecawizkarên zarokan bi destê malbatan têne veşartin

Li Gîneyê tecawizkar, ku qurbanên wan piranî zarok in, bi pergala ku dike tecawizkar û malbat li hev bikin, dibe sedema fikara mezin.

Li welatê Efrîkaya Rojava Gîne ku nifûsa wê 12,5 milyon e, êrîşên tecawizê, nexasim ên li ser zarokan, van heftiyên dawî dîsa di rojevê de ne. Gulanê l igel helwesta raya giştî ya ji ber tecawiza li zarokeke du salî sûcdar bi destê malbatan têne xilaskirin.

Li gorî daneyên fermî tenê li paytext Conakry her meh 150 sûcên tecawizê têne kirin. Li gorî saziya fermî ya Rêveberiya Parastina Zarokan di navbeyna Tebax û Cotmeha 2018'an de li paytextê 522 sûcên tecawizê çêbûne û piranî jî tecawiza li ser zarokan e.

Li Gîneyê ya ku fikaran zêde dike ew e ku gerdîşe sûcdaran efû dikin. Heke malbatên mexdûran bi malbatan re li hev bikin tecawizkar ji ceza xilas dibin lê ku gilih bikin cezayê hepsê ji 5 salan heta bi 20 salan diçe.

Saziya civaka sivîl a bi navê Koalîsyona Jin û Keçên Ciwan a Gîneyê got, ''Heke em vê fenomenê, ku rê lihevkirinê vedike sînordar nekin piştî demek nêz wê tecawiz li hemû keçên ciwan ên Gîneyê hatibe kirin.''