Li gelek bajarên Ewropa ji bo 25’ê Mijdarê çalakî hatin kirin
Jinên Kurd li gelek bajarên Ewropayê li dijî tundiya li jinê li qadan bûn.
Jinên Kurd li gelek bajarên Ewropayê li dijî tundiya li jinê li qadan bûn.
DÛÎSBÛRG
Li ser banga Meclîsa Jinan a Asya Yuksel, Jina Nû û Coûrûge li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê li pêşiya Dûîsbûrg a Forûmê saet 16:00’an çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de li ser navê Jina Nû Zelal Toprak, li ser navê Coûrage Marîa û li ser navê Meclîsa Jinan a Asya Yûksel jî Amara Tolhildan axivîn. Tolhildan anî ziman ku li Tirkiye û Kurdistanê qirkirina jinê bi destê desthilata Erdogan pêk tê û got: “Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê têkoşîna jina azad ji bo xwe xeter dibîne.”
OLDENBÛRG
Li bajarê Wîllhelmshaven a herêma Oldenbûrg a Elmanyayê jî ji bo 25’ê Mijdarê Meclîsa Jinan a Zelal û enternasyonalîstên Elman standek danîn û ji bo kampanya TJK-E a ‘Ji bo darezandina dîktator 100 sedem’ îmze berhev kirin.
HANNOVER
Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî jî li Hannover a Elmanyayê jî jinên Kurd û dostên xwe çalakiyek kirin û bal kişandin ser hişmendiya mêr a tundiya li jinê. Di çalakiyê de ji bo kampanya TJK-E a ‘Ji bo darezandina dîktator 100 sedem’ îmze kom kirin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî Meclîsa Jinan a Destan li gel Parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Nûrsel Aydogan, YBŞ, TEKO-JIN û komên femînîst meşek lidar xistin.
LAVRÎO
Meclîsa Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Yewnanistan li kampa koçberên Kurd a li bajarokê Kavrîoyê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek kirin. Di çalakiya li baxçeyê kampê hate kirin de bal kişandin ser tundiya her diçe li ser jinê zêde dibe. Hate gotin ku divê jin li her derê têkoşîna hevpar bikin.
LÎMASOL
Bi heman armancê li bajarê Lîmassol a Qibrisê jî daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn. Jinên ku li Navenda Civaka Kurd a Teofîlosê kom bûn, li vir metna têkildarî roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiya jinê hate xwnedin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgera jinê û azadiyê wê bi têkoşîna li her qadê bi ser bikevin.
MANGEBÛRG
Li bajarê Mangdebûrg ê Elmanyayê jî platformek jinana a komek polîtîk li navenda bajar çalakiyek kirin. Çalakî bi qasî 3 saetan dom kir. Di çalakiyê de nûnerên gelek komên jinan û femînîstan daxuyanî dan.